La Fontaine û Kelîle û Dimne
Gotina çîrokan, ji bo zarokan jî bi giştî ji bo mirovan jî
ne tenê weke kêf û dembihurînê hatiye qebûlkirin. Çîrok bi giştî metnên
dîdaktîk in. Hem ji bo hînkirina zarokan, hem jî ji bo ya mezinan
hatine bikaranîn. Çîrokên em nas dikin ji aliyê pisporan ve li
kategoriyan hatine dabeşkirin û hema hema tevahiya çîrokên dinyayê di
nava qalibên van kategoriyan de hatine bicihkirin. Sedema evqasî baş bi
kêr hatina kategoriyan ne jêhatîbûna zanyarên rojavayî ye*. Bileks,
çîrokên ku wan li kategoriyan dabeş dikirin ji kaniyekê bûn û gava kanî
yek be û ne gelek bin, giştîkirinên katalogwarî heta bi deverekê diçin
serî. Yanî bi ya min qalib û kategoriyên çêkirî li çîrokan hatine ji ber
ku weke cureyê edebî yê mirovahiyê, kaniya wan heye.
Bi vê destpêka giştî ez ê behsa La Fontaine jî bikim û
xasma jî behsa Kelîle û Dimne** bikim. Mesele li vir ne sinifandin û ne
jî lêkolînên li ser çîrokan e. Ya ez ê serê xwe pê biêşînim, meseleya ka
em di pencereyên kê re li wan dinihêrin! Jean de La Fontaine Fransî
(1621-1695) yê di serdema Louis ê 14´an de – bi nivîskariya xwe
derketibe pêş jî berhema wî ya ku hingê jî bi tesîr û îro jî pê tê
nasîn, fablên wî ne. Yanî çîrokên bi heywanan in. Wî ev çîrok hem ji bo
şîretan û hem jî ji bo rexneyên li desthilatê bi kar anîn.
Li vir ez ranabim û nabêjim, wele fablên wî ji filan û
bêvan çîroka ji filan deverê ne. Mesele çawa min gotî ne ev e. Jixwe ew
jî xef nake ka fablên xwe ji ku girtine. Li vir mesele em Kurd û xelkên
ji Rojhilata Nêzîk û Navîn -ev binavkirin
û nasname jî bi destê heman rojavayiyayan çêkirî ne- çawa lê dinihêrin.
Gelo tê bîra me çi efsane hatine çêkirin, li ser anîn û wergerandina
Kelîle û Dimne? Kelîle û Dimne ne çîrokên anonîm in. Nivîskarê wan heye û
navê wî Beydaba ye. Di sedsalên 8 ta 11´an de ji zimanên kevin ên
Îraniya navîn û Sanskrîtî** tê wergerandinî Erebî û Farisî. Koka wê diçe
heta beriya mîladê sedsala 2´yê û belkî ji wê jî kevintir e. Xwe
disipêre çîrokên dîdaktîk û wisa tê qebûlkirin ku ji bo perwerdekirina
zarokên li qesrên mîr û şahan hatiye amadekirin. Di wergerekê de jî tê
gotin, Beydaba ev şîretên hanê û rexne nivîsîne û bi kirasê heywanan ew
gotine, da ku nekeve ber xezeba melikê qesra xwe. Yanî fabl ji bo
xweparastinê bi kar anîne, lê bi wan dîsa jî gotina xwe kiriye.
Naxwe, ne tenê La Fontaine bi ser wê hizrê ve bûye ku
şîret û rexneyên xwe yên li qesrê û li desthilatê bi rêya fablan bike,
lê Beydaba jî bi Kelîle û Dimne ev kiriye, qet nebe wergêrên beriya
qederê hezar salî wisa hizirîne. Motîfên ji Kelîle û Dimne di gelek
çîrokên îro Kurmanciyê de jî hene. Lê ji ber ku Kurmancî jixwe ji heman
çanda ziman û baweriya hindo-arî ye, belkî bi vî rengî mabin, û belkî jî
bi rêya kitêban ev motîf li çîrokên Kurmanciyê zêde bûbin. Lê çîrokên
Kurmanciyê jî, çîrokên Ewrûpî jî çawa dibe ku li qalibê heman
sinifandinê bên? Ez ê bersivekê nedim, lê ez bibêjim, kaniya çîrokan,
beriya çêbûna komên etnîk ên Ewrûpî xwe digihîne nav welatê hindo-ariyan
yanî ji Kurdistanê heta bi Pencabê diçe. Gava ku sinifandineke berhemên
vê kaniyê jî tê kirin, diyar e ev sinifandin li çîrokên Kurdî jî li
çîrokên her du Elmanên bira yên bi paşnavê Grimm jî tê.
Naxwe gava me metnên edebî yên weke fablên La Fontaine jî û
sinifandinên ilmî yên çîrokan ên weke ATU´yê jî nas kirin, em bi qîmetê
wan zanibin; lê ya rast wê ew be, em Kelîle û Dimne jî nas bikin û bi
kaniya çîrokên xwe jî zanibin. Ne belesebeb e ku Şengê û Penga me ya
şîretan li zarokan dike û “bizin û 7 karikên wê” ya Grimm bi heman
armancê û bi heman motîfan heta dawî diçin.
* Mînak binirên li Îndeksa Aarne–Thompson–Uther (ATU). Ev
sinifandina çîrokan a navneteweyî ji aliyê Antti Aarne hatiye
damezrandin û ji aliyê Stith Thompson û Hans-Jörg Uther ve hatiye
temamkirin û sererastkirin.
** Bi wergera Alî Karadeniz di Kurmanciyê de jî heye, çapa dawî ji Weşanên Nûbihar sala 2011´an weke 256 rûpel derçû.
*** Bi navê Pançatantra, bi maneya “pênc his/îlham”. Îro
jî bi navê pêncketab li Efxanistanê tê nasîn û kêm navê Kelîle û Dimne
tê hildan.
Yorumlar
Yorum Gönder