Her çiqas têkoşîna jinên Kurd kevintir jî be, wan li
Rojava di şerê li dijî hêzên rûreş de dengê xwe bi dinê gihandin. Ew
jinên ku ava bîr û baweriya xwe ji kaniyên Qendîlê vedixwarin û di dema
hilatina rojê de berê xwe didan Giravê li cîhanê bandora erdhejekê
pêkanîn. Ew erdhej hîna jî bi pêl û bandorên cûr bi cûr ve didome.
Vaye Cansu Ozdemîr jî yek ji wan jinan e. Di destê wê de
qelem û mîkrofon heye. Ew li navenda Elmanya, li bajarê Hamburgê
têkoşîna xwe bi rêyên legal û bi rêbazên sîyasî dimeşîne. Gava mirov
behsa Cansuyê bike, divê mirov îşaret bi sê stûnên ku jina ciwan li ser
ava bûye û bilind dibe jî bike. Ji wan stûnan yek jê Batman e, a duyemîn
Meletî û ya din jî Hamburg e. Di çêbûn, afirîn û mezinbûna Cansuyê de
bi qasî herdu bajarên Kurdistanê bandora Hamburgê jî diyar e. Lewra
Hamburg li gel ku bajarê duyemîn yê Elmanya ye û weke navenda
bazirganiyê tê nasîn, li aliyê din damareke qedîm û xurt a şoreşgerî ya
wî bajarî jî heye. Hamburg bi tîma fûtbolê ya St. Paulî ve di her demên
tengav yên dîrokî de nûnertiya bindestan kiriye. Herî dawî di dema
dagirkirina Rojava de ji ber lebata nijadperestî ya lîstikvanê Tirk ew
ji tîma St. Paulî avêtibûn.
Vaye li bajarekî anarşîst de tê dinê. Li mala wan
Kurdayetî ango welatparêziya Kurd herdem xurt e. Lê ya ku jiyana Cansuyê
serûbin dike, bûyera girtina rêberê gelê Kurd e. Gava ew kareseta
dijwar bi ser gelê Kurd de tê, Cansu 9 salî ye. 21 sal piştî wê bûyerê
hestên xwe wiha tîne ziman: ’Ez zarok bûm, em hemû pir xemgîn bûn. Gelê
me di tengasiyeke nayê gotin de bû. Li aliyekî hêrs û nefret, li aliyekî
girîn û bêçaretî li dar bû. Di wê kêliyê de bi wî aqlê zaroktiyê min
digot: ’Em çima evqas hejar in, çima evqas bindest in?’
Di serê Cansuya zarok de li gel zilm û stema dewleta Tirk
helwêsta Elmanan jî cihê pirsê ye. Di her gavê, her liv û lebatê de rûyê
sar ê polîsê Elman li hemberî xwe dibîne. Cansu bi wê kînê û bi wan
pirsên daxînî givrokî dibe. Di nav tevgera Kurd de cihê xwe digire,
xebata jinên azad dike. 16 salî ye tevli nav Partiya Çep (Dîe Lînke)
dibe. Di 22 saliya xwe de jî weke endama parlamentoya Eyaleta Hamburgê
tê hilbijartin.
Du dem li ser hevdu ji bo parlamentoyê tê hilbijartin,
niha ji bo cara sêyem namzet e. Di jiyana Cansuyê de gelek kesayetên
bibandor hene, lê bi qasî Sakîne Cansiz kesî hinde mohra xwe li jiyana
wê nedaye. Gava behsa Cansiz dike, li ser hinarikên rûyê wê hestên cûr
bi cûr tên himatê. Mirov dikare di van hinarikan de şanazî, bextewarî û
xemgîniyê di nav hev de bibîne.
Cansu şanaz e, lewra hevaltiyeke pir nêzîk bi Sakîne
Cansiz re kiriye, bextewar e, lewra gelek sir û razên jiyanê ji wê fêr
bûye, xemgîn e, lewra wê ew pir zû wenda kiriye.
Cansu li gel ku bi partiya xwe ve girêdayî ye û di
serkeftina wê de rista Partiya Çep a Elman zelal e jî. Bi awayekî mirîdî
nêzîk nabe. Li gorî wê divê Kurd di nav hemû partiyên Elman de hebin û
hene jî. Lê ya ku nîne ev e: ’Kurdên ji bilî Partiya Çep bi eşkereyî
parastina doza azadiya gelê xwe nakin. Nasnameya xwe bi awayekî eşkere
diyar nakin û li dijî êrîşa ku dixwaze wê çand û nasnameyê ji holê rake,
nasekinin. Vaye cudahiya di navbera me de jî ev e.’
‘Lê’, dibêje Cansu: ’Di vê dema nû de ez ê weke bername
hevgirtina siyasetmedar û parlamenterên Kurd yên li Elmanyayê deynim
pêşiya xwe. Divêt tevneke me ya hevgirtî ya bi navê Kurdistanê jî hebe.’
Li Hamburgê em bi gelek kesan re axivîn. Piraniya wan
dixwazin Cansu weke şaredara Hamburgê ango serokwezîra Eyaletê bibînin.
Bi taybetî welatparêzên ku ji zarokatiyê ve Cansuyê nas dikin, wiha
dibêjin: ’Ew hîç neguherî. Bi rastî jî di 9 saliya xwe de kîjan Cansu
bû, li parlamena Hamburgê jî heman Cansu bû.’
Li aliyê din Cansuya keça Kurd ji destpêkê ve bi êrîşên
dewleta Elman û yên faşîstên Tirk re rû bi rû ye. Ew bi serbilindî li
ber xwe dide. Niha dora welatparêzan e. Divê Cansu careke din bi
serkeftineke bilind bişînine parlamentoyê.
Di 23 ê Sibatê de welatparêz û dostên Kurdan hemû yên li
eyaleta Hamburgê biçin ser sindoqan. Em bi gotina Cansuyê biqedînin. ‘Ev
car girîng e, lewra dewlet jî dixwaze hêza Kurdan a li Hamburgê bibîne.
Divê em hêza xwe bidin nîşan!’
Yorumlar
Yorum Gönder