Serokê giştî yê AKPê û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp
Erdogan bi gotina; “Parastina Tirkiyê li derveyî sînorên wê dest pê
dike” hewl dide ku ji bo polîtîka û siyaseta xwe ya şer meşrûiyetê çêke.
Bi vî awayî dixwaze hinceta êrişa li dijî Kurdan jî ji xwe re peyde
bike. Gotina; “Parastina me li derveyî sînorên me dest pê dike” di heman
demê de eşkerekirina dagirkerî û mêtingeriyê ye jî. Bi vî awayî
axaftina Erdogan di heman demê de rastiyek jî zelal kiriye.
PKK’ê digot; “Ev êriş ne li dijî min lê li dijî tevahî
gelê Kurd e, û li dijî tevahiya gelên li Rojhilata Navîn e. Erdogan bi
gotina xwe ev tespîta PKK’ê careke din piştrast kir. Serokê Amerîkayê
Bush jî digot, “Parastina me li derveyî sînorên me; li Rojhilata Navîn,
li Ewrûpayê, li Afrîka û Asyaya Dûr dest pê dike.” Ji ber ku ew hêzeke
emperyal e. Erdogan jî bi van gotinan daxwaza xwe ya berfirehbûn û
belavbûnê diyar dike. Jixwe bi gotina; “Em ê li Iraq û Sûrî
berjewendiyên xwe biparêzin” meqseda xwe eşkere kiribû. Hedefa wî ya li
Iraqê bidestxistina Mûsil û Kerkûkê ye. Jixwe Bakurê Sûrî jî milkê xwe
dibîne. Îca heke rabe û Lîbyaya bi hezarê kîlometreyan jê dûr weke
mîrateya kalên xwe bibîne, helbet wê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê
jî heq îdia bike.
Tifaqa AKP-MHP’ê neyarê gelê kurd e. Kes û derdorên
destekê didin vê tifaqê jî neyarê gelê Kurd in. Derdorên bi vê
desthilatdariyê re di nava têkiliyên siyasî de bin û bi vê
desthilatdariyê re dixebitin jî di nava xefletê de ne. Heta ew derdor bi
hebûn û azadiya gelê Kurd re di nava xiyanetê de ne. Dewleta Tirk ne bi
tenê di nava sînorên xwe de bi temamiya Kurdan re şer dike. Ti hêzeke
Kurdî divê vê yan jî wê dewletê ji bo xwe weke temînat nebîne. Heke
konjonktur biguhere wê ev destek jî bi dawî bibe.
Em nizanin ka ji vê rewşê zelaltir hê wê çawa rastiya dewleta Tirk bibînin.
Gelo lazim e Erdogan hê jî bêje çi û çi bike? Ya rastî,
gotin û daxuyaniyên Erdogan êdî yekrêziya nava mala Kurdî jî mecbûr
kiriye. Tevî Kurdan xelkên li herêmê jî di esasê xwe de xwedî wê zemîna
siyasî ya têkoşîna hevpar in. Polîtîkayên AKP-MHP’ê dostên Kurdan zêde
kirin, lê di heman demê de kesên ku li dijî vê desthilatdariya faşîst in
jî wê zêde bibin. Ev yek jî wê bi xwe re rêkoşîna gelê Kurd û hêzên
demokrasiye xurttir bike.
Ew gotina Erdogan; “Em ê parastina xwe li derveyî sînorên
xwe bikin” li dinyayê ji bilî Amerîkayê hêzeke din a bibêje û bike tine
ye. Kesek nikare wisa bêje. Heke were gotin wê demê wê welatên cîran
nerazîbûn nîşan bidin. Erdogan wisa difikire ku ji ber rewşa li ber
çavan a Iraq û Sûriyê wê ev welat nikaribin nerazîbûnê nîşan bidin. Lê
ya rastî, ev herdu welat jî di navê de wê ti kes van gotinan qebûl neke.
Ji ber ku Erdogan bi van gotinan xwesteka xwe ya berfirehbûn,
mêhtingerî û dagirkeriyê eşkere kiriye. Vê gotina Erdogan di heman demê
de tê wê maneyê ku dewleta Tirk êdî zêdetir wê xwe tevlî kar û barên
hundirîn ên welatên cîran bike. Tevî êrişên xwe yên dagirkeriyê wê hewl
bide ku li wan welatan îqtîdarên di kontrola xwe de çêke. Yan jî ji bo
aramiya wan welatan xirab bike wê çete û hevkarên xwe bi kar bîne.
Îsraîlê dev ji vê polîtîkaya xwe berdaye, niha li
Rojhilata Navîn aktorê bêîstîqrariyê çêke dewleta Tirk e. Ew dewletên pê
re hevkariyê nekin jî wê ji bo xwe weke xeter bibîne. Piştî van gotinên
dawî yên Erdogan êdî lazim e ku gelê Kurd tevî gelên li Rojhilata Navîn
hemûyan polîtîkayên xwe nû bike û tifaqên nû çêke. Êdî bi polîtîkayên
kevin, bi tifaqên niha li dijî vê rewşa nû nikarin bibin bersiv. Ji ber
ku ev îqtîdara xwedî vê zîhniyetê wê heta dawî bi Kurdan re şer bike.
Dema ku dibêje ewlehî û parastina Tirkiyê meqseda wê Kurd in. Qirkirina
Kurdan e.
Li aliyê din, êdî eşkere bûye ku êrişa li dijî Kurdan di
heman demê de êrişa li dijî tevahiya gelên li Rojhilata Navîn e. Ji
lewre jî divê gelê Kurd tevî gelan hemûyan û hêzên demokrasiyê li dijî
faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe bide. Ya rastî, gotina Erdogan a dawî di
heman demê de îşaret bi xetimîn û qelsiya wî dike. Ji bo li ser piyan
bimîne êrişî derdorê dike. Heke gelê Kurd tevî xelkên li herêmê û hêzên
demokrasiyê têkoşîna xwe mezin bike, wê ev îqtîdar serpiştê li erdê
bikeve û gelên Rojhilata Navîn hemû bi ser bikevin. Ev serketin wê
dîrokî be.
Yorumlar
Yorum Gönder