Dilsozê Mamê xwe bû



Ew şopdarên duwanzdekanên hemdem yên Derwêşê evdî bûn. Duwanzdekanên Derwêşê Evdî bi çekên xwe yên ferdî û bi doçkayek ku çekdarên PDK’ê li pey xwe hiştibûn, pêşî li qirkirina civaka xwe girtin. Dema zarok, kal û pîr bê hevî ber bi çiyê ve hildikişiyan, çav li wan diketin hinekî dilê wan hênik dibû. Bi xêra berxwedana wan û gerîlayan, bi sedhezaran kes ji fermanê rizgar bûn. Wan ji bo ku xwe ji fermanan biparêzin artêşa xwe ava kirin. Dema çavê xelkê li vê hêzê ket, êdî his kir ku ew ê di nava ewlehiyê de bin. Ji bo careke din tradejî û êrişeke bi vî rengî bi serê civaka wan de neyê, bi xweparastin, sazîbûn û rêxistinbûnê bersiv dan dagirkeran. Her çiqas birîna Şengalê kûr û giran be jî jin, ciwan û bi giştî xelkê Şengalê nehişt ku neyar bigihîjin armanca xwe. Carekê vê civakê bi hêza xwe ya rêxistinî bersiv da fermanan.

 Di dîrokê de bi dehan ferman hatin serê wan, hatin qetilkirin û ji cîh û warê xwe hatin koçkirin. Lê tevî vê yekê jî li erdnîgariya Mezopotamyayê wan bi israr hebûn û çanda xwe parastin û ti car paş de gav neavêtin. Piştî fermana 3’ê tebaxa 2014´an li naverasta xaka pîroz a Êzîdxanê, findek di şevên tarî de pêket û ronahiya xwe da zarokên welatê rojê. Li Şengala birîndar li şûna lorîkên bi êş, êdî melodiya jiyana azad bilind bû. Nezar Bapîr Murad bi navê xwe yê şoreşgerî Zerdeşt Şengalî jî yek ji wan lehengan bû ku barê dîroka bi êş da ser milê xwe. Li Şengalê ji dayîk bû û li Şengalê mezin bû. Şervanê heqîqetê, dildarê dozê, lawê leheng, weke gelek hevriyên xwe, navê xwe nivisî di dilê zorokên agir û rojê de. Her rêwîtiya şervanekî azadiyê bi destanên lehengiyê dagirtiye. Û jiyana her şoreşgerekî bi zayîn û kêliyan ve tijiye. Di dema fermanê de weke gelek heval û hogirên xwe ew jî bû neferekî têkoşîna azadiyê. Ew yek ji kesê ku destpêkê piştî fermana 2014´an  beşdarî nava refê têkoşîna azadiya gelê xwe bû. 

Dema, bi sedhezaran kesî bê hêvî û bê mecal xwe li çiyayê Şengalê dan, ew jî weke gelek hevalên xwe bû şewq û hêvî ji bo civaka xwe. Wî soz da ku êdî wê nehêle civaka wî trajediyeke mezin ya sedsalê re rû bi rû bimîne. Wî soz da jinên dîlgirtî ku li bajaran weke kole dihatin firotin, ji zilmê û hovîtiyê rizgar bike. Ji bo tola fermana 73´an hilîne, beşdarî gelek pêngavan bû û li dijî çeteyên hov têkoşiya. Di rizgarkirina Şengalê û gundewarên wê de weke fermandar cihê xwe girt û şer kir. Li dijî dijmin dilê wî tijî hêrs bû. Ji ber ku wî ji dapîr û bapîrên xwe gelek çîrokên bi êş guhdar kiribûn. Min di serdanên xwe yên Şengalê de Zerdeşt Şengalî nas kir û pê re sohbetên min çêbûn. Ew her di hişê min de weke kesekî dilsoz, bi îdîa û wêrek ma. Xweş sohbetbû. 

Mirovekî gelek dilnizim û jîrbû. Girêdayî çand û dîroka xwe bû. Evîndarê warê Derweş û Edûlê bû. Li hemberî xweşî û şahiyên civaka xwe gelek hestiyar û hişyar bû. Ji heval û hogirên xwe gelekî hez dikir. Mexseda dilê wî Şengala xweser û Êzîdxana azad bû. Dema behsa beriya fermanê dikir pir xemgîn dibû. Nedixwest wan rojan bîne bîra xwe. Wî dixwest li ser şopa Mamê xwe bibe hevriyê Berxwedan Tolhildan, Bêrîvan Şengal û Gulçînan. Lê dijminê bêbext destûr neda ku bigihê van miradê xwe. 15’ê Çile di êrişa dewleta Tirk de li gundê Digurê yek jê bira, tevî 3 hevalên xwe tevî karwanê nemira bû. Weke gelek pakrewanan Zerdeşt jî valatiyeke mezin li dû xwe hişt. Lê tovê ku wan bi keda xwe reşandiye li ser sînga welatê rojê şîn dibe. Zerdeştek diçe bi sedan tên şûnê.

Dijmin li her derê dijmin e. Nexasim navê wî dijminî Erdogan be. 2 sal berê weke îro heman dijmînî ango dewleta Tirk bi 72 balafirên cengê, tevî tang û topên xwe êriş birin ser Efrînê. Berxwedana serdemê li dijî vê êrişa artêşa NATO tam 58 rojan dewam kir. Ev berxwedan ne tenê ji bo Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo tevahî gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bû.

Xelkê Efrînê li kêleka şervanên xwe, li dijî êrişên bi tang, top û balafirên dewleta Tirk destanên lehengiyê nivîsandin, rûpelên nû di dîrokê de vekirin. Jina leheng Avesta Xabûr bi çalakiya xwe ya fedayî ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk pêkanî bû sembola vê berxwedanê. Dîsa Barîn Kobanê bi şerkeriya xwe tirs û xofeke mezin xist dilê dijminê xwe, ji lewma dijmin ji bedema wê ya bê rih jî tirsiya. Belê, dibe ku berdêl giranbin lê wê encam jî bi heybet be. Helbet wê roja wan jî bê.

Yorumlar