Dîroka Kurdistanê û Ethem Xemgîn


Heta ew hewldanên kesayetên wekî Ethem Xemgîn û Cemşîd Bender weke berhemên dîrokî gihiştin ber destê xwendevanan, xebata li ser dîroka Kurd ya ji aliyê Kurdan ve hatî kirin bêguman Şerefname û pirtûka Mehemed Emîn Zekî Beg a bi navê Kurd û Kurdistan bûn. Ji bilî wan jî, helbet xebatên cûr bi cûr li ser dîrok û civaka Kurdistanê hatibûn kirin, lê ew bi piranî ji aliyê biyaniyan ve hatibûn nivîsandin. Weke nimûne, Bazîl Nîkîtîn, Mînorsky, Martin Van Brunnesen û mirov dikare Îsmaîl Beşîkçî jî di nav wê komê de bihejmêre.
Di warê babeta dîrokê de bîranîneke rojnamevanê esil Kurd ê (Tirk) Mehmed Alî Bîrand a li gel gorbihuşt Apê Mûsa tê bîra mirovî. Piştî geşbûn û bilindbûna şerê azadiyê ya çekdarî ya li bakurê Kurdistanê Bîrand bi Apê Mûsa re hevpeyvînek pêk tîne û jê dipirse, ka ev çi şer e li herêmê dest pê kiriye? Apê Mûsa dibêje: ’Di temenê min yê heftê salî de herî kêm 50 salan min tim got; Kurd û mafên wan. Kesî guh neda min. Em di zindanan de perîşan kirin. Lê vaye ciwan derketine serê çiyan, dengê guleyên wan hûn heta vê derê anîn.’
Bîrand bi berdewamî pirsa dîroka Kurdan dike. Apê Mûsa dibêje: ’Ez ne dîroknas im. Ya rastî ne hewce ye ez hûrgiliyên dîrokî jî ji te re îspat bikim. Vaye gelekî bi hejmara 40 milyonî li holê ye û doza mafê xwe dike.’
Li aliyê Serhedê dibêjin; Horşo bike! Ev têgîneke cotyariyê ye. Ji bo vegerandin an jî çerxkirina gayên cotê tê bikaranîn. Her wisa em jî horşo bikin ser babetê.
Vê gavê pirtûka hêja Ethem Xemgîn a bi navê ‘Dîroka Kurdistanê di destê min de ye. Belkî hûn ê bêjin: ‘Ma çi di vê de heye ku tu ewqas bi kelecan bûyî?!’ Rast e, lê ev pirtûka mijara behsê, wergera wê ya Kurdî ye. Salek beriya koça dawî ya mamoste Xemgîn em li mala wî ya li Kolnê bûbûn mêvan û me bi qasî rojekê pê re sohbetên gelek giranbiha û xweşkûk kiribûn.
Hêja Ethem Xemgîn bi daxwaza me ya wergera pirtûka wî ya ji bo Kurdî gelek keyfxweş bûbû. Dixwest ev berhem li Elmanî jî bête wergerandin, lê mixabin ew derfetên me nebûn. Wê gavê mamoste bi serdana xwe ya li gel birêz Abdullah Ocalan dest bi sohbeta xwe kiribû. Ocalan jê re gotibû: ’Ethem, gava me dest bi têkoşîna azadiyê kir, li Meletiyê Kurdîtî li ber mirinê bû. Lêkolînerekî wekî te çawa ji wir derket?’
Bi rastî jî Ethem Xemgîn gava behsa serûvena xwe ya dîrokzaniyê dikir, heta zaroktiya xwe nişîv dibû û wiha digot: ’Wê demê min digot qey ji bilî mala me û herî zêde gundê me li dinê Kurd nînin. Lê her gava ez ji gundê xwe derdiketim, dûr diçûm, min didît ku gelek gund û bajarên din jî hene bi Kurdî diaxivin.’ Her wisa ew nakokiya ku zimanekî li erdnîgareke hinde berfireh tê axaftin û mijokdar her û her dibêjin: ’Zimanekî wisa nîne, miletekî wisa nîne!’ Di serê wî de vedigere kurmê meraqê, rehetî nedayê û wiha digot: ’Ez ketim pey şopên wenda yên esil û bingeha gelê xwe. Lêgerîna li çavkaniyên kevnar ji bo min vegeriya awayekî jiyanê.’
Wê demê hêz û tevgerên Kurdî ji ber bêderfetiyan dîroka Kurdistanê ji BZ. 612an ve ango ji serdema Medan ve didan destpêkirin. Koka Kurdan jî bi Skandînavyayê ve girê didan û digotin: ’Ji bakurê Ewrûpayê xwe bera Rojhelata Navîn dane.’ Di encama lêkolînên ku Ethem Xemgîn li Ewrûpayê, bi taybetî jî ji arşîvên dewlemend yên Elmanyayê bi dest xistîn, dîroka Kurd xwe gihand heta Gutî, Lûlûyî, Marî û Qasîtan. Hurî, Mîtanî û Sûbarî û wd heta wê demê zêde nehatibûn bihîstin.
Mamoste Ethem Xemgîn xwe wekî dîroknas nedidît. Digot: ’Lêkolîner û nivîskar im. Xebatên me dikare weke destpêk bên hesibandin, lê divêt ew lêkolîn berdewam bin.’
Ji ber bêderfetiya cih em ê bi taybetî spasiya xwe ji hêja Mûslûm Kirik re bikin ku wî ev ji xwe re kir armanc, bi israr û hendazetî li ser sekinî. Mala wî ava be. Her wisa ji weşanxaneya J&J, hêja Azad Zal û ji Mehemed Ronahî re jî spasiyên ji dil.
Ev diyariya buhayê wê nayê pîvan ji bo Ethem Xemgîn û tevahî evîndarên Kurdistanê ye.

Yorumlar