Li Şengalê careke din li dijî êzidiyan komkujî çêbû.
Qetilkirina fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevalên wî weke komkujiya
ku DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de pêk aniye. Heta di warê armancê de
tu fernq di navbera wan de tune ye. Armanc qirrkirina Êzidiyan e. Êrişa
li dijî Şengalê ya di 3’yê tebaxa 2017’an de û Fermana 74’an nîşanî me
daye ku eger Êzidî xwedî xweparastin û xweseriyê bûna wê fermanê pêk
nehatiba. Wê rêveberiya xweser û hêzên xweparastinê êrişên DAIŞ’ê
bişkandana. Wê hêza xweparastinê bi awayekî fedayî welatê Êzidiyan ango
Şengalê biparastana. Ji ber vê yekê jî êrişa li dijî hêza xweparastina
Êzidiyan êrişeke bi armanca qirrkirina Êzidiyan e. Tişta ku DAIŞ’ê
nekarî bike dewleta tirk bi êrişa li dijî xweparastin û rêveberiya
xweser dixwaze bike.
Gelo dewleta Tirk çawa wisa bi rehetî dikare li Şengalê
bide? Tevî ku PDKê di sala 2014’an de nekarî Êzidiyan li dijî êrişên
DAIŞ’ê biparêze jî hê dixwaze bibe hakimê Şengalê. Lê heman PDK çima ji
van êrişan re bêdeng dimîne? Heta weke ku ji bo her dera êriş lê tê
kirin ji bo Şengalê jî dibêje; “Ji ber ku PKK li wir e ji lewma dewleta
tirk êriş dike.” Bahaneya dewleta tirk bi heman rengî ji aliyê PDK’ê ve
jî tê gotin. PDK vê bahaneyê ji bo êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê
Kurdistanê û Mexmûrê jî dibêje. PDK jê nayê û nabêje; “Dewleta tirk
dijminê gelê kurd e ji lewma êriş dike.” Gelo partiyeke kurdan dikare li
dijî êrişên li ser kurdan tê kirin bahaneyên êrişkaran qebûl bike? Ma
ne divê PDK û partiyên kurdan hemû bibêjin, “ne ji mafê dewleta tirk e
ku li derveyî sînorên xwe êrişan bike?” Bi rastî jî em weke kurd vê
nêzîkatiya PDK’ê fam nakin û qebûl jî nakin. Li navenda PDK’ê ango li
Duhokê jî tu kurd van êrişan qebûl nake. Jixwe gelê başûrê Kurdistanê di
şexsê şêniyên Şêladizê de nîşan da ku ew tu carî êrişên dewleta tirk
qebûl nakin.
Li gorî saloxan êrişên bi balafiran ên li dijî Şengalê
hemû bi agahiya der barê cih û noqteyan de pêk tên. Gelên Şengalê di wê
baweriyê de ne ku Parastin îstîxbaratê dide dewleta tirk. Dibêjin, “PDK
bi van êrişan hisab dike ku wê gelê Êzidî ji êrişan bêzar bibe û bikeve
bin hakimiyeta wê.” Gelo Êzidî çima bikevin bin hakimeyeta PDK’a ku dema
DAIŞ êriş kir reviya û îro roj jî xweseriya Êzidiyan qebûl nake?
Ferzkirina vê yekê bêwijdanî ye. Ji bo ku bigihîje vê armanca xwe jî rê
li êrişên dewleta tirk veke, ev pêkanîn û kurdîtî bi ber hev naçin. Gelo
ev ne bêexlaqî ye ku PDK piştî her êrişî radibe û êrişê bi hebûna PKK’ê
îzah dike? Heke ku tu rabî û ji êrişên dewleta tirk re bi vî awayî
meşrûiyetê çêkî; wê sibe roj îdia bikin ku li Hewlêr û Kerkûkê li
tirkmenan eziyetê dikin, bi vî awayî wê dewleta tirk ji êrişên xwe yên
li dijî van deran bahaneyan çêke. Jixwe bi hincetên derew ên weke berî
tirkmenan didin û kurd bi qeydên tapûyê yên li Kerkûkê dilîzin; ji niha
ve ji bo êrişên xwe zemînê jî çêdikin.
PDK gelek neheqiyê li kurdan dike; bi dijminên kurdan re
hevkariyê dike. Qet nebe bila vê hevkariya xwe ji bo cihên weke Şengal û
Mexmûrê neke. Ev sekna wê ya ji bo cihê din jî rast nabînin lê de em ê
bibêjin bila vê yekê ji bo reqabeta xwe ya bi partiyên din ên gelê kurd
re dike. Lê qet nebe bila tiştên bi vî awayî ji bo Êzidiyên Şengalê û ji
bo gelê Botanê ku li Mexmûrê bi cih bûye neke. Tu tiştekî bi qasî vê
helwesta wê ya li dijî van her du deran jî PDK’ê namaşîne. Heta wê guneh
û webalê gelê Şengal û Mexmûrê PDK’ê biqedîne. PDK bila daxwazên xwe
yên siyasî qet nebe li van herdu deran nemeşîne. Yan na wê ah û keserên
gelê kurd hemû di stûyê wê de be. Ev siyaset tu xêreke xwe ji PDK’ê re
tune ye.
Êzidî mîrateya dîroka hezarî salan a gelê kurd e. Ew
cewhera civakîbûna kurdayetiyê diparêzin. Jixwe li ser rûyê dinyayê tu
qewmekî din ê bi bawariya Êzidîtiyê tune ye. Lazim e ku welatparêzên
kurdan hemû ji bo êzidiyan hesas û bihestyar bin. Di vê çarçovê de lazim
e ku gelê me hemû li dijî van êrişan bin û xwedî li êzidyan derkevin.
Parastina êzidyan parastina ruhê me bi xwe ye. Heke em li wan xwedî
dernekevin wê wijdanê tune bibe û wê ruhê me jî hişk û ziwa bibe. Dev ji
kurdîtiyê berde di rewşeke wisa de wê însaniyeta me jî tune bibe. Îro
roj çi kesê li dijî êrişa li Êzidiyan hatî kirin bêdeng bimîne bila
behsa wijdan, exlaq û însaniyetê neke.
Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpayê, dewletên din ên
cîhanê dema êrişeke wisa li devereke din a dinyayê tê kirin ji bo xwe vê
weke pirsgirêk dibînin. Lê li dijî êrişa li Şengalê bêdeng in ku ev jî
nîşan dide ew çiqas ji eyarê însaniyet û exlaqê derketine û tenê li
berjewendiyên xwe difikirin.
Yorumlar
Yorum Gönder