Piraniya mirovên me kelah, kavîlên dîrokî, zanyariya di
bin axa Kurdistanê de veşartî nizanin. Ji wê jî gelek caran dibêjin;
“bav û kalên me tişt li pey xwe nehîştine!” Lê rastî tişteke din e. Divê
em di her warê dîrokî û zanistiyê de welatê xwe nas bikin. Lê ji ber
derfetên kêm, em ê tenê tiştên tên zanîn, yan jî hetanî radeyekê hatine
zelalkirin, bidin nasandin. Ez ê di vê çarçoveyê de wek rêzenivîs hin
kelahên Kurdistanê li gor daneyên berdest bidim nasandin, lewra ev
kelahana berhemê kal û bavên me, nîşana diroka me ya qedîm, çand û
têgihîştina pêşiyên me ne. Belgeyên herî bingehîn agahî didin ev in ku
xwedanê vê xakê em in. Dibe ku ev ji rastiya xwe nasîn û bi serbilindî
li diroka xwe, li axa xwe, li çand û welatê xwe xwedîderketina me re
bibe wesîle.
Ev kelah li ser sinorê parêzgeha Çewlîk û Mûşê ye. Li
Bakurrojavayê Mûşê dikeve û li berpalê çiyayê Şerevdînê ava bûye. Li
sêkoşeya gundên Baskan, Baxlê û Selekan e. Cihê kelahê cihekî gelek
stratejîk e. Mirov dikane ji vê kelahê berpalên çîyayê Bîngolê yê başûr û
tevahiya berpalê çiyayê Şerefdînê yê bakur hetanî Kanîreşê, çala
Gimgimê, hemû zuxr û rêyên di wê deverê re derbas dibin, bibîne. Dema
hewa vekirîbe, çiya û Kelahên Xamirpêtê, beşeke deşta Bilanixê jî
dixuye. Mirov dikane bi dûrbînê çiyayê Sîpan, Xelat û Agiriyê jî bibîne.
Bi qasê kîlomêtrekî li bakurê kelahê û li ser girê pênsed,
şesed mêtre ji wê nizmtir xirbeyê Koşkek yan jî kelaheke piçûk heye.
Xuya ye ku ew ji bo kontrolkirina rêya di newala Mala Axê re tê, wek
qereqolek hatiye çêkirin. Ew jî bi kevirên birî hatiye lêkirin. Lê
zinarên ku di avakirina vê koşk yan jî kozika çavdêriyê de hatine
bikaranîn, bi qasî zinarên kelahê mezin ninin. Du peyayên Zenbildest bi
hev re dikanin van kevirên birî rakin. Lê zinarên teraştî yên bi wan
kelah hatine çêkirin pir mezin in, her yek çend ton hene, tenê dikane bi
vîncan werin rakirin û danîn.
Li bakurê kelahê sê gundên xiravbûyî hene. Kes nizane
kengê ev cigehana ava û xira bûne. Ji gorên wan û nîşaneyên kêlikên wan
mirov têdigihîje ku têkiliya xwe bi Kurdan / Urartuyan re hene. Ji gorên
Ermeniyan cudatir in. Navên van cigehan di zimanê gelê hereme de; Kanya
Teht, Qula Sêvikê û Hevsida ye. Li deşta Hevsida gundên bi navê Baskan,
Dodan û Gundê Mîran dû re ava bûne. Ev gundên Ermeniyan bûn. Li Gundê
Mîra Kurd jî hebûne.
Mixabin ku li ser vê kelaha taybet ti lêkolînên arkolojîk
çênebûne. Mina ku haya ti kesî ji vê kelahê tinebe. Dibe ku hêzên
dagirker jî bi zanistî rê nedabin. Dema mirov teraştina kevirên keleha
Palû, Pertek, Xarpêtê û ya kevirên Kela Seyîd Begê dirûberîne têdigihîje
ku hunera heman çandê ye. Bê teraştina keviran ew çalikên di hin
zinaran de hatiye amadekirin. Ew zinarên li bakurê kelahê ji bo
rûniştinê hatine çalkirin, çalava ji bo qurbanan hatiye amadekirin,
nîşanê me dide ku kelaheke ji dema Urartuyan maye.
Li cigeha niha di nava gel de wek Kaniya Teht tê
binavkirin kavîlên bajarekî kevnar heye, ev cigeh bi qasê du kîlomêtre
li bakurrojhilat û jêrê kelahê ye. Teraştina kevirên kavilên bajêr û
kevirên koşka li ser devê newala Mala Axê jî dişibin hev. Jiwê mirov bi
hêsanî dikane bibêje ku ev cigeh sedîsed di dema Urartûyan de şên bû ye.
Li ser girê bakurê bajêr hê jî hin kêlên gorên bajêr xuya dikin. Ev
kêlana jî bi zelalî nîşan didin ku li gor rojê hatine veşartin, li ser
hin kêlan roj hene û ev nîşana avadaniya Urartuyan e.
Gelê herêmê ji vê kelahê re kela Seyîd Begê dibêjin. Ji
ber ku lêkolîneke zanistî ya li ser vî navî li ber destê me tune, em ê
tenê bi têgîhîştina gundiyên heremê vî navî şirove bikin. Li gor
vegotinên gundiyan ji vir 150-200 sal berê firarekî bi nav û deng bi
navê Seyîd ev kelaha dîrokî ji xwe re wekî cigeh hilbijartiye. Têkiliya
wî, axa û mîrên herêmê gelek baş bûye. Ji ber ku li qonaxên axa û mîrên
herêmê dibû mêvan, gelê herêmê ji wî re jî Seyîd Beg gotine. Gundiyên
Seyîd Beg wek dizekî bi nav û deng bi nav dikirin jî hebûn.
Her bihust xaka Kurdistanê dîrok e, bi kavilên dîrokê
dagirtiye. Di her gir û bilindahiyê axê de bermayiyên dîrokî veşartine.
Lê di warê lêkolînên arkolojîk û zanistî de hê jî wek xozaneke di xewa
hezaran salan de ne. Dagirker hewldanên lêkolînên arkolojîk li cih
bihêle, ji bo rastiyên dîroka herêmê dernekeve, wek Newala çolî,
Heskîfê, girên di bin bendava Kebanê de mane, bi bendavan ji bala giştî
vedişêrin. Yan jî nahêlin lêkolînên arkolojîk pêk werin.
Ji bo derketina rastiyên dîrokî, lêkolînên zanistî tenê
rêyeke maye, ew jî; azadî, Serxwebûn, yan jî xwedanê statuyeke fermî
bûyîna Kurdistanê ye. Wê demê derfetên kolanên arkolojîk û tehlîlên
zanistî bi dest dikeve. Bi hêviya wan rojan.
Yorumlar
Yorum Gönder