Keleha Pertegê ya weke giraveke sêwî di navenda bendava
Kebanê de bi rikî û serbilindiya dîroka Kurdistanê serî hildaye. Ew bi
vê rawestana xwe dixwaze ji me re bibêje: “Dîroka deşta Pertegê ya di
bin bendava Kebanê de hatiye veşartinê, ji bîr nekin.” Her gaveke wê
xakê jiyanekê, her cigehekê wê şarestaniyekê, dor her rûbareke wê
mînakek ji bihuştê bû. Ew kembera Bronz a Urartuyan ya ku niha li
muzexaneya Edenê ye û her dîtnêrî metalmahî dihêle, berhema sifira
(paxir) vê xakê ye. Vê xaka pîroz û bi adan ji mirovên destpêkê,
Hîtîtan, Mîtanyan, Urartuyan, Medan û li gel wan hê ji geleke
şarestaniyên din re malxwêyî kiriye.
Dijminahiya Kurd ne tenê dîroka wê di bin bendavan de
wendakirine. Ew tirsa derketina rastiya vê xakê û têkiliya wê ya bi
Kurdan re weke dilbizdîneke kuştinê di giyana serkerên Tirkan de
rûniştiye. Çi bi Kurdan re têkildar be, çi berhem û kavîlên ji bav û
kalên Kurdan mabe, hebe; yekber ji Ermeniyan, Grêkan, Fars û Asûran yan
jî ji gelên din re dikin mal. Mixabin ku ev dijminahî gihîştiye qaşo
lêkolînerên li ser wê xakê karkirine jî. Mînaka herî balkêş ev peyva
“pert” e. Wan ev peyv wek peyveke ermenîkî û di wateya kelehê de
nîşandane. Lê em dizanin ku bi ermenîkî navê kelehê “amrots” û peyva
dîwar “pat” e. Li gor zimanzanê Ermenî Xiraça Açaryanê bi navnetewî
ciddî tê girtin, peyva “Pert /perd” ji kurdî derbasê ermenîkî bûye û di
ermenîkî de gelek caran di wateya sûr, diwar û çeperan de tê bikaranîn.
Jixwe di zimanê Arî de gelek peyvên ji kîteya “per” çêbûne hene. Mînak:
perperik, perwaz, perdeh, perwane, perav, pertav û û. Li gel vê rastiyê
li gor hin daneyên berdest “eylo” bi zimanê Urartûyan “Per – ta” ye.
Yanî dibe ku ev peyva Pertegê ji vê peyva Urartûyî jî hatibe, lewre wek
remz eyloyeke reş li ser kelehê çik kiribûn. Li ser zinarê kelahê hê jî
cih wê xuyaye û di Seyhatnameya Evliya Çelebî de jî heye.
Dereweke bêbinî yên qaşo lêkolînerên dewleta Tirk jî; hin
peyvên dibe ku têkiliya xwe bi kurdî re hebin, yan dikin farisî, yan
“eskî dîl,” yan jî moxalî û ûygûrî. Ji ber ku berê ew eyloya sembola
Urartûyan li dîharê keleha Pertegê hebû, piraniya lêkolinerên wan ji bo
rastiya wê poşandinê wiha nivîsîne: “Pertek peyveke Moxolî ye, tê wateya
çûk, çûkê reş û eylo. Tirkên berê hatine ji ber vê ev nav lêkirine.“ Lê
em dizanin çivîk bi moxolî “şuvuu” çûkreş = “xere” û eylo jî bi moxalî
“bûrged” e. Wê çaxê pirs ev e: Kê ev nav li vê deverê kiriye. 1 – Dibe
ji “per -ta” Urartuyan mabe. 2 – Berê komkujiya Ermeniyan li vê devera
Pêrtagê bi zêdeyî Ermenî dijiyan, ji wê dibe ku Ermeniyan ev peyva
deynkirî “perteg” ji ber wê sûr a li dor kelehê ku bi aliyê împaratoriya
Roma ve hetiye lêkirin, li vê herêmê kiribin. Kurt û kurmancî ti
têkiliya xwe bi moxol û Tirkan re tine.
Belê sura li dor Keleha Pertegê di dema împaratoriya Roma
de tê lêkirin, dû re bi aliyê serkariyên din ve tê restorekirin. Lê
keleha bingehîn keleha navîn, ya kevn e. Lêkirina vê keleha kevn yan jî
ya navîn bi zelalî nîşanê me dide ku di dema Urartuyan, hem jî di dema
keyê Urartuyan key Menûa de hatiye lêkirin. Lewra Zinarên bi hostayî
hatine teraştin wek parçeyeke zinarên kewke bin, di zinarên baxir de
dane runiştin. Her wiha di hin zinaran de ew çalika wek gulmist ku
nîşaneya kelahên Urartuyan ya dema Key Menua ye jî hene. Zinar wisa dane
ber hev, mirov bi zehmetî ji hev derdixe ku kevirên cûda ne. Nîşaneyake
din jî di vê kelehê de jî tunêleke bi derenceyan hetanê devê çemê
Arsînê diçe. Ev keleh jî li bakurê çemê Arsînê hatibû lêkirin.
Dewletê di sal 1965 de dest bi avakirina Bendava Kebanê
kir, di sala 1974 de qedand û pêşî li avê girt. Li gor agahiyên dewleta
Tirk salê 6 milyar kwh ceyranê dihelberîne. Bajarê Pertagê ji ber kelehê
rakirin û li berpalê bakur ji nû ve avakirin. Lê di rastiyê de paşmayî,
belgeh û kavîlên şarestaniyeke gelek dewlemend ya bajarê Pertagê û
cigehên din di bin ava bendavê de wendakirin. Vê bendavê di warê klîmayê
de jî bandoreke nerênî li hevsengiya herêmê kir. Di wê demê de beşek
şêniyên bajêr koçberê bajarên din û metrepolên Tirkan bûn, lema jî
hêjmara şêniyên bajêr nîvanîv kêm bû, Pertek bû navçeyeke piçûk.
Çawa di nivîsê de jî zelal dibe, di vê geremola dagirkeran
afirandiye û gihandiye pîleya ezberan de gihîştina rastiyê gelek dijwar
e. Divê mirov sed û yek rûpelan tevlihev bike ku bikane du gotinên
rastiyê jê bidoşe. Hetanê mijareya keleheke din ji gelê me tevgera
netewî û xwinêran re serkeftin.
Yorumlar
Yorum Gönder