‘Li xwe zivirî, dest avête wêneyek bi qasî postkartekê ji
kêşoya dolaba xwe derxist û da ber çavan. ‘Tu vî zilamî nas dikî yan
na?’
Di wî wêneyî de xortemêrek ji piyan ve li serê lateke
bilind rawestiyabû, simbêlên wî mîna qeytanên reş bi ser lêvan de
hatibûn xwarê, serê xwe berz kiribû, ba li pora ya reş dabû, weke davên
helizek terwende ji ser eniyê bi paş de pal dabû, bendpêkên wî heta
çokan bi saqên spî girêdayî bûn, cotek pêlavên reş li piyan bû, sakoyekî
rengkeskavî, li ber bû, tifingek di destê wî yê rastê de bû, qûndaxa wê
danûbû erdê û pencên xwe li dora guhikên wê alandibûn.’
Heta niha derbarê fermandarê nemir de gelek gotar, nivîs,
stran û helbest hatine nivîsandin û tev jî xwedan nirx in. Lê ya rastî
bi qasî wê teswîra di romana Feryadên Burcan de bandorê li min nekirine.
Ev vegotina kin a nivîskarî wisa dike ku zarokên Kurdan jî yekser bi
dengekî bilind biqirîn û bêjin:’Egîd, Egîd!..’
Eger we heta niha nexwendibe û Kovanî nas nekiribe,
xebînet e, lê ne dereng e. Ji vir şûnde jî ji bo naskirina berhemên wî
yên bi rihê Kurdewarî, bi çêja avên kaniyên sar yên li lûtkeyên Miksê,
giya û kulîlkên rengrengî yên bax û baxçeyên Botanê, hingvînên Bedlîsê,
penêrên Wanê û liberxwedana seranser ya welatê birîndar ne dereng e.
Kovan Sindî di sala 1965ʼan de li devera Zaxoyê hatiye dinyayê. Zarokatiya xwe li wir derbas dike. Xwendina xwe ya amadeyî li wir diqedîne. Di sala 1984ʼan
de tevli nav xebatên şoreşgerî dibe. Piştî demekê 13 hevalên wî ji
aliyê pergala faşîst a Baas ve tên îdamkirin. Ew û hevalekî xwe bi
tesadufî difilitin. Berê xwe dide çiyan û beşdarî nav refên pêşmergeyan
dibe. Di serdema pêşmergetiyê de hind çalakiyên ku Kovan bi şanazî behsa
wan dike hine. Ji wana Destana Dêrelokê, Şaranşê û Dêmkayê. Piştî
Enfalan di sala 1988ʼan de Kovan jî li ser axa
bav û kalên xwe dibe koçber. Derbasî bakurê Kurdistanê dibe, li kampa
Amedê di nava şert û mercên dijwar de dimîne. Di sala 1991ʼê
de diçe Yewnanistanê, demek li Atînayê dimîne. Dûv re derbasî Elmanyayê
dibe. Kovanî daye dû zanistiyê û evîna nivîsê pê girtiye. Li zanîngehên
Elmanyayê dixwîne û piştre diçe Danîmarkayê, li wir jî beşa derûnînasî
dixwîne.
Kovan Sindî di sala 1997ʼan de bi
helbestê dest bi nivîsandinê dike. Piştî wê demê berhemên wekî Çirayê
Şev Helbest, Rojên Êtûn, (Roman), Nalînên Peravan, (Roman), Feryadên
Burcan, (Roman), Çengel, (Roman), Bagerên Reş (Roman) diyariyê
pirtûkxaneya Kurdî dike. Romaneke Kovanî jî niha li ber çapê ye.
Kovan bileqsê gelek nivîskarên Kurd yên başûrî berhemên
xwe bi alfebeta latînî dinivîse, Kovan Sindî tîpên latînî ji bo Kurdî
guncavtir dibîne. Berhemên wî de nalînên peravan, feryadên burcan û her
cûre karesatên li welatê Kurdistanê qewimî ne, hene. Roj li wî welatî ne
rojên sanahî ne, rojên ‘êtûn’ in. ‘Êtûn peyveke Firewnî ye; Axin Êtûn
jî heye. Ango xwedawenda rojê ye. Axin Êtûn şahek e, di PZ. Sala 1900ʼî
de li Misrê hikûm kiriye. Ev peyv derbasî zimanê Kurdî jî bûye. Wateya
cehenem an jî dojeheke germ jî dihundirîne.’ Belê Kovan rojên serdema
Enfalan bi ‘dojeh’ê pênase dike. Ew rojên ku seranserê Kurdistanê bi
çekên kîmyewî disotin û dinya jî bi hizra bazarên kirêt ve lê temaşe
dikir.
Ji sedî 80 yên berhemên Kovanî weke naverok rasteqînî an
jî bûyerên realîst in. Realîteya welatî vedibêje. Helbet xeyal, hizir,
şanoyên jiyanê, şibandin û peyamên nivîskarî jî tê de hene. Bi gotineke
din gelek ji beşên nivîsandinê di berhemên wî de hene, lê ew xwe di
ekola realîstî de dibîne.
Gava mirov dêna xwe dide navên berhemên wî, weke berhemên
zincîre yên li dû hev rêz bûyî hestekê li mirov peyda dikin. Lê Kovan
wêna wiha rave dike: ’Bûyer û cihên bûyeran cuda ne. Rojên Êtûn û
Nalînên Peravan li Başûr derbas dibin. Tevahiya bûyeran li Başûr in.
Feryadên Burcan û Cengel li Bakur derbas dibin. Kovan Sindî di deman
demê de tekane nivîskar ango romanivîs e ku bakurê Kurdistanê ji romanên
xwe re weke naverok û bingeh hilbijartiye. Di teswîr û vegotinên wî de
mirov kêliyek jî tê dernaxe ku nivîskar ne ji Bakur e.
Baş e, ev berhemên ku ji bê dermankirina êş û azarên gelê
Kurd, ji bo azadkirina welat û giyana Kurdistanê tên nivîsandinê, çiqas
digihijîne armanca xwe?
Ev ked çiqas li xwediyê xwe vedigere?
Vêca em guh bidin Kovanî: ’Bi awayekî eşkereyî ez bêjim ku
ez ji zimanê Erebî hez nakim. Zimanê Kurdî xera dike. Peyvên biyanî
dikevin nêv zimanî, fonetîk û sirûştiya zimanê me têk dide. Lewra ez
latînî baştir dibînim. Li Başûr jî mixabin hikûmetê heta niha gavekî baş
navêt. Eger derseke tenê jî bi latînî hebaya, wê baş bûya. Mixabin li
Başûr berhemên nayêne naskirin û ev hîç ne xema min e jî. Ez ji bo
tevahiya miletê xwe dinivîsim. Çand û zimanê xwe diparêzim. Bi sedan
peyvên di bin tozê de mayîne di romanên min de tên dîtinê û divêt bê
zanîn ku ez ne tenê ji bo îro dinivîsim.’
Belê gelek aliyên din yên Kovanî yên hêjayê behskirinê jî
hene. Weke derûnînasî û fîlozofiyê, lê cihê me hinde destûrê dide. Divêt
bê zanîn ku ev Kovan ne tenê êş û azarê her wisa dilşadî û bextewariyê
jî ji me re tîne.
Yorumlar
Yorum Gönder