Mêr dikuje dewlet diparêze


Di van demên dawî de bûyerên kuştin, tacîz, destavêtin, destdirêjî û windakirina mirovan li Tirkiyê zêde dibin. Di navenda van bûyeran de jî her carê bajarekî Kurdistanê heye. Vê carê navend Dêrsim e. Li Dêrsima ku derzî lê winda nabe. Ji 5’ê Çile ve xwendekara zanîngehê Gulistan Doku winda ye. Ciheke ku li her derê kamera hene, hêzên dewletê hene, gav bê avêtin, tê zanîn. Lê ev sê heftene tevî hewildanan hemûyan jî ev jin hê winda ye û ti agahî jê tine. Dibêjin: ‘Em nabînin, şopa wê nayê dîtin em tespît nakin’ Bê şik û guman ev yek ji rastiyê dûr e. Eşkere ye ku hinek kes li vir tên parastin.

 Niyeta wan tine ku sûcdaran derxin holê. Li Dêrsima ku bi salane bi gelek awayî polîtîkayên qirkirin û asîmlasyonê li dijî wê tên meşandin  rûdana van bûyeran ne tesaduf e. Eşkere ye ku li hemberî civaka Dêrsimê helwesteke plankirî heye. Armanca wan jî ji hevxistin û rizandina civakê ye. Dîsa li heman Dêrsimê derket holê ku mêrê bi navê Harun Yildirim hêrî kêm 15 zarok tacîz an jî dest avêtiye wan. Dewlet bi van êrişan dixweze hişmendiya dagirker û qirker li dijî zêhniyeta hişyar dibe dîsa bimeşîne.

Ev êriş tenê bi Dêrsimê re bi sînor nînin, berbevalî bajarên Kurdistanê hemûyan kirine. 21’ê Çile li navçeya Amedê Çinarê li gundê Sergelya zarokê 8 salî winda bûbû. Piştî lêgerîna 2 rojan Zarok birîndar hat dîtin û paşê jiyana xwe ji dest da. Di 14’ê Çile de jina bi navê Melîke Demîrok ji alî mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin. Melîke rojek berî bê kuştin ji ber şîddeta mêr serî li polêsan dabû. Heta niha kujerê Melîke nehatiye girtin ev yek jî diyar dike ku dewlet çawa kujeran diparêze. Li Nisêbînê jî mêrê bi navê Hasan Unuşdu dest avêtiye 5 zarokan. Piştî bûyerê gumanbar tê girtin. Lê heyeta dadgehê di rûniştina doza gumanbar de, ji bo tenduristiya mêjiyê wî bê tespîtkirin sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyê Sînîr û Ruh a Xarpêtê dike. Weke gelek tecawuzkaran ew jî bi hinceta pisîkolojiya wî xirabe tê berdan.
Mêrê bi navê Naîl O. bi hinceta ku agir ji zaroka 14 salî bixwaze wê dixapîne û dibe cihekî ku kes lê tune û tecawizî wê dike. Tecawîzkar Naîl O. hat biçavkirin lê piştî lêkolînê, qaşo ji ber kêmbûna delîlan hat berdan. Lê tişta sosret ew e ku dozger ji zarokê pirsî te çima qîr nekir dema tecawîzî te kir. Yanî ji ber ku zarokê qîr nekiriye sûcdar e. Gelo ev dozger dipirse çima rojane ev civak ji bingeh ve tê rizandin? Bi exlaqê civakê tê listin? Mirov li kolanan tên kuştin? Rojane destdirêjî bi sedan jin û zarokan dikin? Ev pirs hemû li benda bersivê ne. A rast ev tablo neynika rastiya pergala mêrê serwer e. Ji bo meşandina pergala xwe hemû nirxên civakê bi kar tînin. Pergala desthilatdar ji bo di şexsê jinan de îrada civakê tine bike polîtîkayên taybet dimeşîne mînaka herî şênber jî windakirina Gulîstan Doku ye.
Bi wan kirinan dixwazin çavê jinan bitirsînîn da ku li dijî zilm û faşîzma wan çok deynin. Ev yek herî zêde di serdema desthilata AKP’ê de li Tirkiyê tê meşandin. Di bin navê îslamê de dixwazin xwe bidin qebûlkirin. Dîsa bi qanûnên nû armanca wan ew e ku jinan bê rol bikin û wan mehkûmî tecawizkarên wan bikin. Jixwe ji belgeyên fermî yên saziyên dewletê hemûyan têgeha zayenda civakî hatiye derxistin û navê wezareta malbatî ku navê jinê tê de derbas dibû guhertin. Ji lewma zêhniyeta serdest a mêr wek şîddet li jinê vedigere. Bêguman ev tenê çend mînak bûn, bîlanco gelekî ji vê girantir e. Dewleta Tirk ku Erdogan serkêşiya wê dike, bi van bûyeran hewil dide krîza xwe ya siyasî û aborî veşêre. Lê jinan tu carî xwe ji têkoşînê nedan alî û bi berxwedana xwe hemû maskeyên dewleta xapînok anîn xwarê. Li meydanan ji hemû cûreyên şîdet û destdirêjiyê re dibêjin êdî bes e. Ev berxwedan ne tenê ji aliyê jinên Kurd ve tê meşandin. Li çar alî cîhanê jin li dijî polîtîkayên faşîst, nijadperest û neolîberal têdikoşin. Ji ber ku ew dizanin desthilatdarî polîtîkayên ku paşeroja wan tarî dike, diafirîne. Lê li hemberî vê yekê têkoşîna jinan a ji bo azadiyê jî bê navber tê meşandin. Ji lewma hêzên desthilatdar li hember destkeftiyên jinan êrişeke bê eman dimeşînin. Her çendî ew xwe virde wir de bidin jî lê êdî di binê tûrikê wan de tiştek nemaye, dawî li serweriya wan tê.

Yorumlar