Gava mirov li dîroka mîmariyê dinihêre, di warê teoriyê de
li dinya alemê navê Vitruvius (Beriya mîladê 80-70 hatiye dinê, piştî
mîladê di 15´an de jî miriye) Leon Battista Alberti (1404-1472) tê bîra
mirov. Yê pêşî hevgirtina bedena mirovî ji bo mîmariya xweşik û maqûl
pêşniyaz kiriye, yê din jî li ser pêşniyaza wî ava kiriye û bedewî weke
meseleyeke hevgirtinê bi giştî bi nav kiriye. Helbet ji Eflatûn heta bi
roja îro ji bo fîlozofiyê mîmarî illeh xwedî cihekî taybet bû.
Li gorî
David Grabber jî ew “karê bêkaran” e. Lê em gelekî muhtemel divê heta bi
serdema mezolîtîkê biçin ji bo dîroka mîmariyê û felsefeya wê jî. Ji
xaniyên gundên neolîtîk, em pê dizanin ku sêwirandineke mîmarî ya ku
parastina xelkê, muhafezekirina berhemên hilberandî, kêmbikaranîna
mekanî ji beşên vê mîmariyê û fîlozofoya wê ne. Ji beriya wê, mîmariya
ji bo perestgehên weke ya li Xirabreşkê jî nîşan dide ku hem mîmarî û
hem jî xemilandina di çarçoveya mîmarî de xwedî dîrok û rabihuriyeke bi
qasî civakîbûna tevlîhev a mirovî kevin heye. Li wir em dibînin mîmarî
ji bo fêmkirina dinyayê û xwedayan yan jî manewiyatê hatiye bikaranîn û
xwe disipêre texlîdekî dewra xwezayî yan jî gerdûnê bi xwe, bi rengê
mirov hingê tê gihiştiye.
Piştî ku li ser hîmê neolîtîkê bajarvanî dest pê dike, em
dibînin ku mîmarî bi dewreke esasî ya pêkanîna çînên civakî û desthilata
siyasî hatiye bikaranîn. Ji funksiyona zîguratan heta bi çêkirina
pîramîtan, hemû li gorî vî esasî yan jî ji bo xizmetê ji vê rewakirina
çînên civakî re bike hatine sêwirandin û dîsa texlîda ya ezmanî, xwedayî
ji bo vê rewakirinê di mîmariyê de jî vediguherin stûnên sereke.
Piçekî dirêj çêbû lê di nava vê dîrokê de weke fîlozofekî
mîmariyê navê Mîmar Sînan nîne. Heger hebûna wî bi temamî ne mîtek, ne
çîrokek be, Mîmar Sînan ji dêûbavên Xirîstiyan e, sala 1490´î hatiye
dinê û 98 sal ‘emir kiriye. Ew weke yenîçeriyekî xulamê Siltanê Osmanî
bûye; li gorî vî temenê xwe yê dirêj, naxwe ew xulamê Siltan Silêman,
Selîmê 2´yê û Miradê 3´yê bûye. Hejmara berhemên dixin stûyê û di demeke
dirêj de lêkirin û çêkirina van îşaret bi wê yekê dike ku gelek ji van
mît in û ji bo zêdekirina qîmetê wan û mezinkirina vî mîmarê hanê –
helbet ku ne çîrok be – li hev hatine anîn. Lê dîsa jî ew îro bi xwe jî
weke mezintirîn mîmarê Tirk yê li seranserê dinyayê tê danasîn. Behsa
îhtîmala mîtbûna wî, behsa dêûbavfilehbûna wî, yenîçerîtiya wî yan nayê
kirin, yan kêm tê kirin. Dewletek ji miletê xwe xwe re mîtekê çêdike da
ku pê serbilind be. Dewlet Tirk be û ew mît ne Tirk be, ne xem e, ew
dewlet wê wê mîtê bike Tirk. Mîmar Sînan jî li Tirkiyeyê dêûbavê wî çi
dibin bila bibin, êdî Tirkek e di bîra civakî ya Tirkan de.
Li Kurdistanê nîşanên mîmariyeke bedew hene, berhemên wê
jî ku hîç ne eyb e mirov bibêje û ne ku ez niha didim helemanan, ne kêmî
yên Sînan in û heta ji yên wî dibihurin. Di warê estetîkê de mirov li
qesra Mîrên Bazîdê li Qesra Îshaq Paşayî binihêre, bi hêsanî vê dibîne.
Yan jî em li Heskîfê ji serdemên Artuklu jî û ji serdema mîrîtiya Kurdan
a ji paşiyên Eyûbiyan jî mîmariyeke harîqulade dibînin. Çîrok û
serpêhatiyên gelek pirên weke Pira Delal a Zaxoyê, qesr, kelehên weke ya
Farqînê, cokên weke ya ji Torê xwe berdide deştê, Kelaha Wanê û gelekên
din hene. Xasma jî Kela Dimdim ji wan berheman e ku îro ne li ser piyan
be jî, dikare bi çîrokî, weke efsaneyekê li ser piyan be. Gava
Xanêlepzêrîn li ser erdekî bi qasî postê gayekî kela xwe lê kir, wî
haziriya şerê manûnemanê jî kir: “Elhemdilla şikir, ez ney Dimdim bûme
Dimdim, Ez Kurmanc bûm bûme hakim, Şahê ‘Ecem deyna li bin min.” Ne tenê
ev e jî, diyaloga Xan û Şah jî heye: – Erê xano tuyî Kurmanc î, Tu
qebûl bike vî tancî, Heke na tu ber topê min armanc î. – Ez tancê te
qebûl nakim, Ez hef ne’let li babê te dikim, Kirmanciyê bênav nakim.”
Keleheke efsane ye, xanekî efsane ye, mîmariya wê jî efsane ye- mesela
kuştina 300 paleyên di çêkirina kelê de xebitî- çima ew efsane nebe
fîlofzîfiyeke mîmariya bedewî, qehîmî û parastinê. Bi ser halan de ev
qasî Kurd, Kurmanc û Kirmanc.
Yorumlar
Yorum Gönder