Çemê Pêrê/Periyê jî ji çiyayê Bîngola ku wek çavkaniya
çeman tê zanîn, derdikeve, di ser Endersiyê (Yedisu) re tê ava ji aliyê
çiyayê Baxirbaba ve tê digire û di biniya bajarê Gexiyê re derbas dibe,
ava çemê Azî (Azapêrtê) jî tevê xwe dike, ji gundê Oxçiyan pêve jî di
navbera sînorê parêzgeha Dêrsim û Elezîzê de rengê sînorekî xwezayî
digire. Rojhilatê çem axa navçeya Depê (Karakoçan), Rojavayê wê navçeyên
Dêrsimê Mazgirt û Kilîsek (Nazmiye) hene. Di têgîhîştina gelê me de
Gexî û Dep jî di nava xaka Dêrsimê de ye, yanê Dep jî Dêrsim e.
Piştî dagirkeran li gor têgîhîştin û ewlekariya dewleta
xwe, parêzgeh û heremên me yên xwezayî parçekirin, tevlihevikê jî
afirandin. Ji wê her çendî gundê Baxînê girêdayîyê Mazgirtê jî be,
keleha Baxîne bi kêmasî 20 km ji Mazgirtê dûr e û gelek nêzîkê Depê
(Karakoçanê) ye. Ji Depê bi qasê 10-11 km dûr e. Gundê Baxînê mezra
gundê Faracê ye, lê di ber gundê Çeleqasê de ye. Kesên keleh û germikên
Baxînê ziyaret dikin, di ser Depê re diçin Baxînê.
Li başûrê gundê Baxînê hima li devê çemê Pêrê germik heye,
Her wisa 2 – 3 km jêrê wê germikê jî germikên Golanê (girêdayê Depê ye)
hene. Her çendî germikek li viyalî yek jî li wiyalî çem e, ji mîneral û
germahiya ava germikan mirov têdigihîje ku herdu ji heman çavkaniyê ne.
Ev çemê Pêrê ji Endersiyê (Yedîsu) bigire hetanî dikeve
ser bendava Kebanê, ne tenê jiyan daye xwezayê, bûye mijara bi dehan
stranan. Di nava van stranan de strana herî zêde tê hezkirin, strana
“Îsmaîlê Çemî” ye, bi melodiya hozanê nemir yê 38an Silê Qiz lê bi
zarava Kurmancî tê stran. Li ser Baxîn û keleha Baxînê jî gelek stran
hene.
Keleha Baxînê li ser girekî volkanîkê ku li bakurrojavayê
Baxînê ye, hatiye lêkirin. Dîwarê kelehê hêrifîne, hatine xwarê. Mirov
ji teraştina keviran, di kevirê kewke de bi cihkirina wan, her wisa ji
çalavên gorîkirinan û li ciheke wiha stratejîkê li ser rêyan avakirina
wê têdigihîje ku ev keleh ta ji dema Ûrartuyan ve maye. Derê wê li aliyê
çemê Periyê ango li bakurrojhilatê Baxînê vedibe. Mirov bi derenceyekê
ve hildikişe û dikeve nava kelehê. Di navenda kelehê de odeyeke mezin ya
di baxir de hatiye kolan heye. Li gel wê çend jûr ên ku ji bo parastina
xwarinan jî di baxir de hatine kolan. Wekî kelehên Urartu yên din di
vir de jî derencên di baxir de wek tunêlekî dadikevin jêr devê çem,
hene. Lê ji kelehên din cudatir e, derence li pey hev dikeve odeyên ku
di baxir de hatine kolan û bi wî awayî hetanî devê çem diçe.
Min di nivîsên din de jî destnîşan kiribû ku avadaniyên
her serkarî û serweriyê bi serê xwe xwedanê hin taybetmendiyan e. Em ji
vir dizanin ku kîjan avahî yan jî keleh berhemê kîjan şaristaniyên e. Di
keleha Baxînê de ev hê zelaltir xuya dike. Ji nivîsên mixî yên di vê
kelehê de hatine dîtin, forma teraştina keviran, ew tunelên di kelehê de
hatine kolan destnîşan dike ku mirov bikane bi zelalî bibêje; ev keleha
di dema Keyê Urartuyan Menua de hatiye lêkirin. Di wê nivîsê mixî ya
Muzeya Elezîzê de ye, tê nivîsandin ku Key Menua kesê bi navê “Titia
/nî” wek fermandêr daye ser parêzgeha “Lu en. Nam”.
Li bakur û nêzîkê derê kelehê di zinar de goreke hatiya
kolan, mixabin, ev bi aliyê mirovên ku li gencineyan gerane ve hatiye
ruxandin. Gora din jî li berpalê bakur di baxir de hatiye kolan, li gor
agahiyên arkologên li ser kelehê lêkolîn pêkanîne; derê wê 70 x100 cm
ye, di hundirê şikeftekê bi berahiyeke 200 x 150 û bilindahiyeke 100 cm
yê de ye. Cihê gorê jî bi berahiyeke 100 x 50 cm û 50 cm kûr e. Lê niha
vala ye. Nayê zanîn ku wan rasterast mirî di vir de veşartine, yan jî
xweliya bedena wan kirine vê gorê.
Wekî piraniya kelehan li ser vê keleh û devera li dor
kelehê jî efsaneyeke taybet heye. Li gor vê efsaneyê, keyê Selçûkiyan
Aladdin Keykubat pîrekî kamil ê nav “Kuresu” ku ji devera Kîrmanşanê ji
nava pîrên Yarsaniyan derketiye, hatiye, bi teve kesekî li vir davêje
tendûra bi agir ximximî, lê agir herduyan naşewitîne. Ew pîrê kamil dû
re bi keçeke eşîra Lolanên ji herêma Lolana ku li Kurdistana Başûr e,
hatine re dizewice û ji zarokên wî eşîrek pêktê, ev eşîr jî wekî
Hesenan, Heyderan navê bavê eşîrê “Kurêsu” digire. Lema ji bo tevahiya
eşîrê û “Ra Heq” (Ehlî Haq) Baxîn ciheke pîroz e. Her wiha ji keleha
Baxînê çend km wê de jî koyê (çiyayê) Duzgin Bavayî heye. Dîsa li gor
gotinan kurê Kurêsu yê mezin Haydar li wir bi awayê efsaneyekê
kirasguheriye, ji wê ew der jî niha ji bo “Ra Heq” ziyaret e.
Bi kurtî be jî min hin agahiyên li ser vê Keleh û herema
ji bo gelê me ciheke xwerû û pîroz e jî civand û pêşkêş kir. Em ê di
kelehek din de dîsa bi hev re bin. Ji me hemûyan bi taybetî jî Tevgera
me ya Azadiyê re serkeftin.
Yorumlar
Yorum Gönder