Teqrîben deh sal berê komek rewşenbîrên ji Başûr ku di nav
wan de nivîskar, şêwekar, lêkolîner û siyasetmedar jî hebûn li Berlînê
di qehwexaneyekê de rojên înan li hev kom dibûn û ji xwe re li ser
babetên cûr bi cûr gorûbêj dikirin.
Piştre ji Bakurê welêt jî çend kesayet tevli wan bûn û
kombûn hêdî hêdî vegeriya çalakî û kiryareke mayînde. Di nav demê de cih
hate guhertin ji Neukollna ku pirtir li navenda bajêr e, veguhestin
Spandau. Ji ber ku gelek kesên beşdar li wir niştecî ne û hin ji wan jî
pêşmergeyên dêrîn in ango pîremêr in. Ew der ji bo wan guncavtir e.
Divêt mirov di babeteke wiha de navên du saziyên din jî bi
bîr bîne ku yek ji wan Înstîtûta Kurdî ye û a din jî Saziya Awadanî ye.
Piştî ku herdu jî mixabin li Berlînê neman, rewşenbîr û kesên
meraqdarên hînbûn û ronahiyê jî bê cihûwar mabûn. Ev saziya ku navê
Rewşenbîrên Azad li xwe kirî jî ji ber wê pêdiviyê derket holê.
Cihêrengiya vê civatê ew e ku ji her çar aliyên Kurdistanê
rewşenbîr, gotarvan û guhdar jî bi hêsanî beşdar dibin. Alî û nêrînên
ku di jiyana rojane de ango bi hêsanî nayên cem hev jî di wan kombûnan
de li gel hev rûniştin. Carna guhdariya gotarên hev yên dijber kirin û
carna jî gengeşeyên tund di navbera wan de rûdan, lê li gel pirsgirêkên
bi vî rengî jî li endametiya civatê berdewam kirin.
Di vê demê de ku hunermendên Kurd bi kombûn û konserên
gewre derdikevin hemberî gel û banga yekîtiya neteweyî li pêşeng û
serpereştên Kurdan dikin ev civata rewşenbîrî ku hezkirî û alîgirên
partiyên Kurdan hemû jî di nav de cih digirin, bê guman dihête bîra
mirovî. Ya rastî gavên wiha dîrokî û bi qasî nan û avê pêwîst ji aliyê
ronakbîran ve hatine avêtin. Lê vaye hozan û hunermendên me qirika xwe
diqelişînin: ’Hawar hawar…Yekîtiya Neteweyî û Kurdistanî!’
Civatê roja çarşemê kombûna xwe ya salane ya asayî li dar
xist. Ev du salên dawiyê civat ji aliyê Tariq Heso, Siyabend Harikî û
Dilşad Ebas Evdilkerîm ve hate birêvebirin. Mamoste Tariq Heso yê asta
yekem de civat birêvebir portreyeke balkêş e. Tariq êzîdî ye, ev du sal
in rêveberiya şêx û melayên misilman dike. Bi rastî jî ev cihê şanazî û
serbilindiyê bû ku Tariq û hevalên xwe karekî serkeftî pêkanîn. Helbet
ne Tariq li ser navê ola êzdayetî lebitî û ne jî şêx û melayên civatê
peywendiya wan hinde bi olan ve heye. Lê dîsa jî rastiyeke xweş û hêjayê
nivîsandinê ye.
Em werin ser axaftina Tariq Heso ya di kombûnê de: ’Di vê
salê de me 49 semîner, dê mêzgerd û yek jî bi awayekî serbest a sersalê
lidar xist. Her wiha çarşemek jî vala derbas nebûye. Di nav wan
semîneran de parlamenter, wezîr, nivîskar û hunermend jî beşdar bûn.
Babetên me pirtir li ser dîrokê bûn, yên hizrî, olî û
hunerî hatin jî pêşkêşkirin. Di demên tengav û dijwar yên Kurdistanê de
babetên me jî li ser Rojava û li dijî dagirkeriya Tirk bûn. Her wisa em
beşdarî çalakiyan jî bûn.
Pîroziyêt me yên civatê jî ev in:
1 – Rexne: Em rexneyê weke hêmaneke nebenabe dibînin. Li
her bîrdozî, nêrîn, ol û siyasetê rexne digirin. Heta kesên semînardar
jî dihêne rexnekirin. Lê rexneyên me yên avakirinê ne, ne ji bo
xerakirinê ne.
2 – Rêzgirtin: Ji bo endamên civatê û semînerdaran em rêzê
digirin. Ji çi nêrînê û siyasetê dibe bila bibe. Em ne li dijî ti
partî, kesayet û nêrînê ne. Ol, mezheb û bêolîtî jî her wisane ji bo me.
Em bawer in ku niqaşa di navbera hizrên cuda de mirovî digihîne qonaxên
pêşketîtir û bilind.
Li gel van nuqteyan li welatê biyanîstanê hatina cem hev, parvekirina agahiyan û zanyariyan jî xaleke girîng a vê civatê ye.
Di kombûnê de tekane jina ku beşdar bûbû û pirsa: ’Ez
tênagehim, çima navê Civata Azad we li xwe kiriye?’ jî kir hevjîna
rêzdar Kurmanc Harikî hevala Gulê bû.
Ya rastî pirs di cih de ye û bersiv pir dijwar e. Lewra
têgîna ‘azadiyê’ bi xwe jî, sedema gengeşiyê ye. Lê li gel metirsî û
serdestiya sîyasetê ya li ser civaka Kurd jî di van kombûnan de gelek
caran rexne li desthilatên Kurd jî hatin kirin. Partî û kesayet jî ketin
ber tîrên rexneyê.
Di kombûnê de xwegihandina girseyên berfirehtir weke
pêşniyaz hat kirin. Heta niha li ser tora civakî têkilî bi hezaran re
heye. Lê ev dikare firehtir bibe.
Û divêt gotar di arşîvan de bên parastin. Êdî divêt ji
derveyê Berlînê jî rewşenbîr bên û gotarên xwe pêşkêş bikin. Bi hêviya
ku ev civat xurtir bibe û vegere akademiyekê, li Kurd û Kurdistanê pîroz
be!…
Yorumlar
Yorum Gönder