Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe
Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî
Şewket: Le Îtalya çit kird?
Laşayî: Le Rom pêwendîm kird legel rêberanî Sazmanî
Înqîlabî û raportêkîşim nûsî bo bilawkirawey Tûde lemer bizûtnewey
Kurdistan ke le jimareyekî taybetî da çap kira. Duway qisekirdin legel
kadre serekîyekan û heyetî berêweberî sazman, biryar dira destbecê
bigerêynewe Kurdistan. Pêwendîm kird legel Talebanî û pêm rageyand
temaman girtûwe le yekemîn derfet da bêyn bo Kurdistan. Ewan rojan
Talebanî le Bexda nebû û pêwendî kirdin legel wî debû le rêgay name yan
be hoy peyk bikrê. Ca be bê ewey çaweruwanî wulamî wî bikeyn le Urûpawe
çûyne Turkiya û lewêwe çûyne Bexda.
Şewket: Bo çawerê nebûn heta wulamî Talebanî dêtewe?
Laşayî: Pêwîst nebû. Pêştir hemû qisekanman kird bû. Pêwendî dûbare bo ewe bû ke rabgeyênîn berêweyn.
Şewket: Be pêy qisey Îrec [Keşkolî] le behar yan hawînî
1347 (1968) le rêgay Turkyawe çûne ‘Êraq. Lew nawe da Talebanî legel
rêjîmî ‘Êraq pêwendî deka û delê jimareyek efserî Êranî ke dijî rêjîmî
şan, deyanewê le Kurdistan dest biken be xebatî çekdarane. Îrec lêy
ziyad deka leber ewey hukumdaranî ‘Êraq nîzamî bûn legel nîzamîyan
baştir dehawanewe ta komonîstekan. Her boye Talebanî biryar deda êwe
wekû efseranî Êranî binasênê. Be qisey Îrec heyetêkî ke çuwe ‘Êraq
birîtî bû le to, ‘Elî Sadiqî, Siyamek Mueyîdzade, ‘Eta û Îrec Keşkolî,
Siyaweş Parsanejad, Xusrew Sefayî û Muhsîn Xatemî.
Laşayî: Pêm waye her ewane bûn, belam ewey ke Talebanî be ‘Êraqîyekanî gutbê ême jimareyek efserî Êranîn bo min tazeye.
Şewket: Le Bexda çitan kird?
Laşayî: Maweyekî zor le Bexda nemaynewe, çunke neman dewîst Be’sîyekan be bûnî ême bizanin.
Şewket: Başe êwe be qanûnî çûne naw ‘Êraq. Çon dekra be bûntan lewê nezanin?
Laşayî: Raste. Ême le Turkiya wîzay ‘Êraqman wergirt û le
sinûrîş be qanûnî perînewe. Belam eger maweyekî dirêj le Bexda mabaynewe
gumanî saz dekrid. Le cêda wez’î ‘Êraq û siyasetî ew wulate qet rûn
nebû. Lewane bû emro wîzay hatne naw der ken û bo beyanîyekey ra
bigîrêy. Boye pêman baş bû le xora gîrugrift bo xoman saz nekeyn. Ca
boye ew şitey lemer efseranî Êranî gutit pêm seyre. Herçonêk
bê. Le Bexda çûyne defterî Celal Talebanî. Taze geyiştbûynê ke xeberyan
hêna Simayîl Şerîfzade û yaranî le Banemerî 1347 [May 1968] le
têkhelçûnêkî tundî nîzamî legel hêzekanî erteşî Êran da kûjrawin.
‘Ebdula Mu’înîş her lew têkhelçûnane da be pêşmergekanîyewe dekûjrê.
Mela Awareş le gelawêjî 1347 [August 1968] le dêy Dêwalan degîrê, be
maweyekî kurt duway gîranî mehakeme û ê’dam dekrê. Ew pêkhelpirjanane
rojêk duway ewey ke Şerîfzade û yaranîm be cê hêşt rû deden. Be bîstinî
ew xebere xemêkî gewre hemû giyanî dagirtim. Ew rûdawe legel eweşda ke
dem zanî her anêk dekrê biqewmê nemdetuwanî bawer bikem rûydawe.
Dostayetî ême her lew mawe kurte da zor qûl bibû û bo dîtnî Şerîfzade û
yaranî rojim debjard û îdî ewe lepir ew rûdawe, ewîş tenya rojêk duway
ewey ke le Şerîfzade cwê bibûmewe. Hemû ew şor û şewq û semîmiyete û
gişt ew romantîsme şorişgêraneye le ber çawanim bû. Ewe îtir perwerdey
nîzamî le Çîn û Kûba nebû. Ême çarenûsî xoman û çarenûsî Sazmanî
Înqîlabîman le xebatî çekdarane le Kurdistan girê da bû. Be mergî ewan
hîwakanî ême bo dahatû be ba çû bû.
Şewket: Aya sebaret be çilonayetî kûjranî Şerîfzade û yaranî ew îmkane debînî ke Sawak nifûzî têda kird bin?
Laşayî: Renge wa bê. Katêk emin destey Şerîfzadem becê
hêşt ewan be ser sê deste da dabeş bibûn û her yekey berew layek çûn.
Belam her sêkyan le maweyekî kurt be duway yekda le layen rêjîmewe
gemaro diran. Pêm wa nîye nasînewey şwênî ewan ta ew cêgayey ke Sawak
wîstibay bizanê le kam dên hênde dijwar bûbê, ewende bes bû le her dêyek
kesêkî xocêyî yan raportçîyek le birî destmizêkî kem raportyan lê bida
be Sawak. Her boyeş ewan bo mawyekî zor le dêyek nedemanewe.
Şewket: Bîryan le îmkanî nufûzî Sawak nedekirdewe?
Laşayî: Sed le sed bîryan lê dekirdewe, tenanet lew
bareyewe be yekewe qiseman dekrid û yek le hoyekanî ke berdewam le halî
hereket da bûyn her ewe bû neka rawedû binrêyn û bigîrêyn. Nufûzî Sawak
le naw deste opozîsyonekanda şitêkî xerîb nebû, bo wêne carî dûhem ke
legel jimareyek le hawrêyanî Sazman çûme Kurdistan legel ew meseleye
rûberû bûyn. Ême be dem hawkarî legel jimareyek le Kurde Êranîyekanî ke
le zumrey dijberanî rêjîmî Êran we hîsab dehatin û rayan kird bû bo
‘Êraq, xeberman bo hat ke Sawak nufûzî têda kirdûn.
Wêne :Ew wêneye le salî 1965 le ser tepolkêkî ke deyruwanîye Qeladize helgîrawe. Simayîl Şerîfzade le pêş gerî dawetê danîştuwe.
Serçopîkêş minim.
Dirêjey heye…
Yorumlar
Yorum Gönder