Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe
Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî
Şewket: Le Kurdistanî ‘Êraq?
Laşayî: Belê, le Bekreco. Sawak tuwanî rêberekeyan ke nawî
Qadir Şerîf bû destinîşan bika û le awdestî mizgewtêk be narincok
têrorî bika. Her lew serubende da dewletî Êran bo serî min 250 hezar
timenî be xelat dana bû.
Şewket: Aya hîç hewlyan da bo kuştinî to?
Laşayî: Hîç nîşaneyek lew babetewe nebîndira. Lêkdanewey
min eweye ke zor le destey ême detirsan û pêyan wa bû hêzêkî ewper
asayîman heye. Coreyek haletî pîrozîman hebû boyan.
Şewket: Sawak way bîr dekirdewe?
Laşayî: Na, bo takuteray nawçeyî û debê bo ew destinêjaney ke Sawak nard bûnî. Ême
le hemû rûyekewe sertir bûyn lewan, yekem ewey ke zorman firt û fêlî
şer dezanî ke le Çîn û Kûba fêr bibûyn, bo wêne mîn çandin, hêrişî
lepir, bose dananewe, nimûney cor be corî teqandnewey pird, rê bestin û
zor şitî dîke lemer fennekanî şerî cemawerî, leweş derçê xwêndewar bûyn,
le nawman da pijîşk hebû, le lay serkirdekanî pêşmergekanî Talebanî rêz
û hurmetêkî yekcar zorman hebû, le zimanî xelkî laweyî û ew rojnamenûse
biyanîyaney ke le Urûpawe dehatin tê degeyiştîn û gişt ewane le
ruwangey pêşmergeyekî sadewe ke lewane bû be fermanî Sawak tema bigrê
bimankujê, nîşaney hêz û tuwanayekî ewper asayî bû. Pêm waye her boye bû
ke kira le hêndêk egerî metrisî giyanî xoman biparêzîn.
Şewket: Be zanînî kûjranî Şerîfzade û yarenî çi biryarêktan da?
Laşayî: Ber le hemû şit debû boçûnî Talebanî man zanîba.
Boye biryarman da biçîne meqerekey le Bekreco. Le Bexdawe çuyne Kerkûk û
lewê çûyne malî ‘Umer Debabe ke le rêberanî Hîzbî Dêmokrratî Kurdistanî
‘Êraq bû. Debabe be ‘Erebî yanî tank. Piyawêkî be xowe û çuwarşane bû.
Bîstim çend sal lewe pêş le neberdêk da kûjrawe [nemir ‘Umer Debabe le
şer da nekûjra, belkû le rojî 29.01.1992 le holî kongrey yekemî Yekêtî
Nîştimanî Kurdistan le Silêmanî le ber sektey dil koçî dwayî kird;
têbînî amadekar]. Le Kerkûk dîdenîman kird le ‘Elî ‘Eskerî ke le
fermandekanî Hîzbî Dêmokrratî Kurdistanî ‘Êraq bû. Ew le male xoy be
germî bexêrhatin û mîwandarî kirdîn û be Farsîyekî kemî ke deyzanî gutî
cadekan emin nîn û bo çûnî Bekreco û dîdar legel Talebanî bibirbibir
debê çend heresman legel binêrê. Duway ew dîdare her lewê çend dest
bergî Kurdiyan bo hênayn û otombîlêkyan be kirê girt, wanêtêkîş ke
pêşmergekanî têda bûn u qerar bû heresî ême bin be duway ême da werê
kewit. Çend kesêkîş le komelekey ême biryar dira le Kerkûk bimênnewe.
Şewket: Boçî?
Laşayî: Çunke le Kerkûk bew lawe cadekan naemin bûn û
selah nebû hemûman beyekewe werê kewîn. Boye bûyne dû deste. Çend kesêk
legel min hatin û ewanîdî le Kerkûk manewe bo ewey rojî duwatir bên.
Webîrm dê Siyaweş Parsanejad, ‘Elî Sadiqî û Îrec keşkolî legel min
hatin. Emin le pêşewe le tenîşt şofêreke danîştim û ewanî dîkeş le
piştewe. Hêşta le derwazey Kerkûk tê neperîbûyn ke desteyek ‘eskerî
‘Êraqî bo pişkinîn pêşî otombîlekey êmeyan girt. Wanêtî pêşmergekan ke
wepêş ême kewtibûwewe têperî û norey ême hat. Efserêkî ‘Êraqî hate pêşê û
daway le ‘Elî Sadiqî kird ta pênasekey nîşan bida. Renge le ber mûy kal
û çawî şînî gumanî lê kird bû.
Şewket: Be ‘Erebî qisey dekrid?
Laşayî: Be ‘Erebî qisey dekird u her eweş karekey têk da
çunke ême ‘Erebîman nedezanî. Şofêrî otombîleke le bin lêwan be Kurdî be
êmey gut efsereke daway pênasey ‘Elî deka. Hestman kird efsere
‘Êraqîyeke le ‘Elî we şik kewtûwe, ‘Elî ke zor destî têkhala bû gutî:
“mo, mo ” wek ewey ke bîyewê be Kurdî bilê min. Belam ewey deygut
ziyatir “min” be lehcey Xorasanî bû ta ewey Kurdî bê û her eweş wez’î
xiraptir kird. Efsere ‘Êraqîyeke çend hengawêk le otombîleke dûr kewtewe
û fermanî da piyade bîn.
Wanêtî pêşmergekan ke le pêşewey ême bû le pişkinîn têperî
bû, belam le goşeyek çawerê bû heta êmeş tê perîn. Le pişt serî êmeş
otombîlêkî dîke ke çend kes le rêberan û kader helkewtûwekanî hîzbî
dêmokratî kurdistanî ‘Êraqî têda bû ke bo berê kirdnî ême hatbûn, ewan
be pêy rêwresmî hurmet u rêz lênan bo ewey neka rûdawêk biqewmê be duway
ême da hatbûn. Boye be dûrî dezanim qewl û qerarêk le nêwan Talebanî û
karbedestanî ‘Êraqî hebûbê ewey ke amajet pê kird, çunke eger wa baye
hîç nedehate pêşê û demantuwanî xoman binasênîn.
Wêne: Serbergî kitêbî Awrêk lê bizûtnewey Çepî Êran lr nawewe. Gitigoy Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî, 2002
dirêjey heye…
Yorumlar
Yorum Gönder