9’ê Çileyê ji bo gelê Kurd weke rojeke reş ket dîrokê.
Beriya bi 7 salan li Parîsa ku weke bajarê moda û evînê dihat nasîn sê
jinên têkoşer bi bêbextî hatin kuştin. Ji wê rojê ve ev bajar li ber
çavê Kurdan reş bûye û weke bajarê bêbextiyê tê pênasekirin. Parîsa ku
ji her kesî re cihê kêf û seyranê ye, ji bo kurdan weteya wê guherî û bû
bajarê bêbextî û komkujiyê. Piştî vê komkujiyê di serî de Kurdan her
kesî rûyê rast yê vî bajarî nas kir ku piştperdeya wî gelek reş û tarî
ye. Li vî bajarî heta niha zêdeyî 40 bûyarên wîha li dijî mirovên
şoreşger û çalak çêbûne û hîn jî çêdibin.
Li paytexta ku qaşo weke navenda şaristaniyê tê nasin, 9’ê
Çileya 2013an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nava rojê, bi
awayekî hovane li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê her yek bi sê
guleyan hatin qetilkirin. Piştî vê reşkujiyê bê navber ji bo sê jinên
têkoşer gera li edaletê didome. Piştî bûyerê weke tetikkêş navê Omer
Gunay derket pêş. Di serî de Fransa, hevkarên vê komkujiyê xwestin sûcên
xwe hemûyî bixin stûyê vî tetikkêşî û veşêrin. Lewma bersûc Omer Guney
di dawiya sala 2016’an de dema ku çend roj ji destpêkirina rojê re mabû,
bi awayekî gumanbar hate kuştin û dosya dozê hat girtin. Lê di serî de
malbatan gelê Kurd ji bo kesên fermana komkujiyê dane werin dîtin û
darizandin têkoşîna edaletê dewam kirin.
Heta niha jî li şûna ku dewleta Fransa komkujiyê ronî bike
ketiye nava hewldanan, bê ka wê çawa xwe ji wê rûreşiyê paqij bike. Lê
dema mirov li dîroka Fransa binêre, ev ne cara yekemîn e ku komkujiyên
bi vî awayî lê pêk tên. Ya balkêş jî ew e ku heta niha yek ji wan
komkujiyên min îşaret pê kirî yek jî nehatiye rohnîkirin. Ev jî dibe
sedema gumanê, gelo ev komkujî jî wê weke komkujiyên din ser were girtin
? Lê gelê Kurd bi biryar e ku hesab ji kujeran bipirse. Bi daxwaz û
armanca ronîkirina komkujiya Parîsê weke her sal îsal jî Kurdistanî û
dostên wan li qadan bûn. Çalakiyên îsal dîsa bi pêşengiya jinan ji bo
kujer bên darizandin pêk hat. Çalakî û bîranînên îsal bi dirûşmeya “Êdi
ji 7 Salên Bêceza re Bes e” hatin organîzekirin.
Di çalakiyan de bi yek dengî ji Franseyê hat xwestin ku
rojeke ji ya din zûtir ji dîroka xwe ya tarî dersan bigire û hesabê vê
komkujiye bide. Di biryardariya jinan û gelan de wer xuya ye ku heta ev
komkujiya bêbext ronî nebe, wê ti caran paşde gav neavêjin û israra xwe
bidomînin.
Yorumlar
Yorum Gönder