Min di ezmûna xwe ya vekolîn û nivîsandina helbestê li ser
çend beşan heta niha bê navber dewam û dabeş kir. Lê her çiqas di
mijarên nivîsandinê de gelek beş bin jî, teorî û pratîka helbestê her
dem beşên sereke û bingehîn bin ku di nav hemî beşan de min teoriya
helbestê pêşî di nav helbestvanên Kurd de tetbîq kir, û dûvre ji ava
wêjeyê helbestvanên Ereb, Tirk, Faris û yên kevnar û nûjen jî vexwar.
Di nav helbest û helbestvaniya Kurdî hemûyî de car caran
ev herdû aliyên teorî û pratîk bi hev re peyda dibin. Pê re jî hebûna
helbestvanên rexnegir ên ku helbestê ji bo rexnê dixwînin, çi di ya
kevin de çi di ya nûjen de hene.
Jixwe, ev mijar di nava helbestên wergerandî hemûyan de
peyda dibe, lê ji bo ku em ji babetê dernekevin ya ku divê em baş hîn
bibin û têgehên wêjeya helbestî li wê diyar bikin. Dîsa teoriya helbestê
di praktîzekirina mijarê de pirr pêwîst e û esas bimîne.
Arthur Schopenhauer (1788-1860) di gotineke xwe de li ser
daxwaz û afrîneriyê de wisa gotiye, “Her daxwazî ji pêwistiyekê ye ku
nebûnekê ji êşekê didize”. Dibe ku ev gotinên felsefî hinekî li gorî
bejn û tegeha xwendevanan berz û bilind bin, lê ji bo ku em teoriya
helbestê û pratîka wê nas bikin, pirr pêwîst e em van gotinan bînin bîra
xwe.
Yên helbestvan, ji bo ku pêwîstiya xwe bi dest bixin, wê
nebûna xwe vegerînin hebûnê û êşên xwe, derbirînên xwe rawestînin û
helbestê binivîsin. Li vir helbestvan bi riya teoriyê, mijaran fêm dike û
di wan dighîje, û bi riya pratîkê wan mijaran diguhere. Bi yekê dighîje
xwezaya xwe û bi ya din jî wê diafirîne. Lê forma yekê anku teorî wê
esasê pratîkê bimîne.
Gelo temenê helbestvaniyê temenekî destnîşankirî ye? Yanî,
divê temenê helbestvan mîna salên dibistanê diyarkirî be? Ji sedî sed
na! Bi ya min, ne merc e ku helbestvan asta xwendina wî/ wê bilind be
yanî dibistanên bilind û zanîngeh xwendibin. Jixwe, li cem me Kurdan
heta niha dibistanên helbestê ava nebûne, lê dema em xwe bixwînin û ji
kaniyên helbestvaniya xwe avê vexwin, em ê karibin teoriya helbestê bi
pratîka wê bi xwendevanan bidin xweşkirin, hezkirin û pejirandin.
Li vir kes nikare hunerê helbestê bi helbestvan bide zanîn
û pênasandin. Ne dibistana helbestê heye û ne jî mamosteyên
helbestnivîsandinê hene.
Beşên din yên nivîsandinê yên wek roman, çîrok û gotaran
çawa têne nivîsandin? Yanî kompoziyaona wan çawa ye, her çiqas kêm be jî
meriv dikare bide nasîn û bide fêmkirin. Lê ya helbestê meriv nikare
bide fêmkirin û zanîn, lê hunerê helbestnivîsandinê bi xwendina zêde û
guhdariyê ye û helbestvan vê ji nava barûdoxên jiyanê derdixe û
digihîjîne ber çavên xwînêran.
Yorumlar
Yorum Gönder